• DOLAR 32.661
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Serokkomar Erdogan: Heta ku îsraîl êrîşên xwe nede sekinandin li herêmê tu dewletek di nav ewlehîyê de nîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan, di Kullîyeya Serokkomarîyê de piştî Civîna Kabîneya Serokkomarîyê daxuyanîya çapemenîyê da.

Erdogan destnîşan kir ku ew ji ber xeberên şewatên ku di pêvajoya eydê de pêk hatine gelek xemgîn bûne, ji bo mirovên ku di şewata li Dîyarbekir û Mêrdînê de canê xwe ji dest dane ji Xwedê daxwazîya rehmê kir.

Erdogan dûre weha got, “Bi êrîşên îsraîlê yên li dijî Xezzeyê de li Rojhilatê Behra Spî av germbû û bi heman awayî herî zêde me û welatên herêmê tedîrgîn dike. Îsraîla ku desteka leşkerî, dîplomatîk û sîyasî ya xerbê daye pişt xwe çav bera welatên ciranan daye. Li dijî Libnanê êrîş û tehdît zêde bûye û ji bo pêşeroja herêma me em di nav endîşeyên cîddî de ne. Ez dixwazim vê yekê baş îfade bikim. Her çiqas welatên xerbê destekê bide û welatên Îslamê jî bêdeng bimînein ew ê Netanyahû yê canî wê hemû herêmê ber bi şewatê ve bibe û polîtîqaya xwe ya îşxalê dewam bike.”

Erdogan di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ew ji roja ewil vir ve ser polîtîqaya belavbûna rejîma siyonist bal kişandin. Wê êrîş li ser Xezzeyê tenê sînordar nemîne.

Erdogan di berdewama axavtina xwe de weha got, “Me tim destnîşan kir ku îsraîl li pey armancên belavbûnê diçe. Hem bi rageşiya fuzeya bi Îranê re hem jî li dijî Libnanê êrîşên xwe zêde kiriye, mixabîn em di endîşeyên xwe de heqdar derketin. Li vê derê hewceye ez careka din vê hişyariyê bikim. Li hemberî me çav nebarek, aqlê xwe û wijdanê xwe wenda kiriye qatîlek heye.”

Erdogan di beyanatê îfade kir ku heta êrîşên rejîma îşxalker neyê sekinandin Tirkiye jî di nav de li herêmê tu dewletek ew ê xwe di ewlehîyê de nebîne.

Erdogan di dawîya axavtina xwe de weha got, “Lêbinerîn ev rewşa hanê di serî de Libnan û Sûrîyeyê ku cîranê îsraîlê ye ji bo hemû welatan derbasdare. Min berîya niha jî îfade kiribû, ewlehiya Enqereyê em nikarin ji ewlehî û aramiya Xezze, Qudûs, Ramallah, Beyrûd, Amman û Baxdayê cuda bibînin. Em wek Tirkiyeyê pêşaniyê dide ewlehiyê û li gor vê yekê tayîn û tespîtên xwe dikin. Gavên polîtîqayên derveyên ku emê bavêjin jî em li gor vê yekê plan dikin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir