• DOLAR 32.661
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.487
  • ...
Li Celîleyê leşkerekî îşxalê bi kêrê hat kuştin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çapemenîya îşxalê, diyar kir ku li Karmîelêya Celîleya Jorîn bi kêrê çalakîyek hat lidarxistin, di encamê de ji du sîyonîstan yek hatîye mirîye.

Hat îfadekirin ku di çalakîya ciwanê Fîlîstînî de leşkerekî dinê jî birîndar bûye.

Hat destnîşankirin ciwanê ku çalakîyê li dar xistîye ji teref leşkerên terorîstan ve hatîye şehîdkirin.

Nasnameya ciwanê Fîlîstînî jî hat eşkerekirin ku navê wî Cewad Rabî ye û ji gundê Kefr Nahafa Celîleyê ye.

Terorîstên îşxalker piştî çalakîyê êrîşî malbat û xizmên şehîd jî kirin.

HAMASê derheqê bûyerê de daxuyanîyek parve kir û wî di daxuyanîya xwe de bal kişand ku rêyek tenê heye ku ew jî berwedan e. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir