• DOLAR 32.661
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.487
  • ...
Klîma dibe sedema nexweşîna lejyonerê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Şenyigit îfade kir ku nexweşîna Lejyonerê ji ber bakterîya bi navê 'Legionella pneumophila'yê derdikeve û dibe sedema nexweşîna enfeksîyona pişikê.

Prof. Dr. Abdurrahman Şenyigit ku Pisporê Nexweşîna Singê ya Zanîngeha Dîcleyê ye derheqê nexweşîna lejyonerê de hişyarî û tewsîyeyan da.

Şenyîgît weha got:

“Niha di havînê de mirov bixwaze jî nexwaze jî klîmayê vedike. Feqet vê klîmayê em carna dîdin li ser 18 dereceyê û dema ku klîma li me dixwe pir tesîra wî heye. Ji ber ku klîma li mirov dixe hinek nexweşîn jî derdikevin. Mînak carna hestîyên me diêşin, laşê me diêşin û ew jî ji ber spazma kasê ye.”

Şenyîgît di berdewama axavtina xwe de derheqê sedema nexweşîna lejyonerê de jî agahîyan da û dûre axavtina xwe weha berdewam kir:

“Lê berê klîmayên ku bi avê dişixûlîyan hebûn. Di wan klîmayan de mîkrobekî hebû çêdibû. Me ji wê mîkrobê re digot  'Legionella pneumophila'. Çawa ku klîma dişixulîya, vê mîkrobê derdiket ortê û ji pozê me û devê me diçû pişika me û dibû sedema nexweşînê. Me ji vêya re jî digot nexweşîna Lejyonerê. Em ji Lejyonerê re jî dibêjin eskerê bi pere. Vî navê jî ji Emerîqayê tê. Lê klîmayên me yên niha ne bi klîmayên bi av in. Ew klîmayên ziwa ne. Ji ber vê yekê niha ev talûke tineye.”

Hat îfadekirin ku ev nexweşîna lejyonerê dibe sedem zatûrreyê jî:

“Di otêlên mezin de carna hene lê ew jî hindik in. Dema ku em biçin wan cîhan û di me de hinek diyarê derkevin ortê mînak laşê me biêşê, serê me vegere, emela me hebe divê em biçin nexweşxaneyê. Vê nexweşînê dibe sedema zatûrreyê. Serê pêşîn kuxik heye, serê wan diêşê, belxem heye, carna emel çêdibe. Dema ku van tiştan bi wan re hebe îxtîmalekî mezin e ku bi wan re nexweşîna lejyonerê hebe.”

Şenyîgît îfade kir ku divê ji bona vê nexweşînê serê ewil teşhîs bê kirin:

“Divê serê ewil teşhîs hebe. Em tehlîlan dixwazin, tomografîyê dixwazin. Dema ku di radyolojîyê de jî derkeve serê ewil çend derman hene ku em didin wan. Em antîbîyotîkek heye didin wan û gelek tesîra wî heye.”

Şenyîgît derheqê şixuladina klîmayê de jî tewsîyeyan da û axavtina xwe weha dawî kir:

“Divê klîma di 24 an jî 25 dereceyan de bê şixulandin. Divê fana klîmayê di herî kêm de be. Yê sêyemîn jî divê klîma li mirovan nexwe. Çawa ku klîma li te bixwe tuyê serê sibehê nexweş bikevî. Yan klîma ew ê li alîyê dinêxe an jî divê tuyê li kêleka klîmayê rakevî. Dema ku hindirê we pir sar bû jî wê çaxê derê hindir vebikin. Bila hindir ji 24 dereceyê kêmtir nebe.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir