• DOLAR 32.661
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.487
  • ...
Nêçîrvan Barzanî: Di pişt bûyerên li Hewlêr û Kerkûkê de PKKê heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di çarçoveya zîyareta fermî de bi Serokkomarê Awistiryayê Alexander Van der Bellen û Wezîrê Karên Derve yê Awistiryayê Alexander Schallenberg re li Vîyanayê hevdîtinê kir.

Barzanî piştî hevdîtinê pirsên rojnamegeran bersivand.

Barzanî li ser pirsa gelo eleqeya YNKê û PKKê ku Wezareta Karên Hindir yê Iraqê îddîa dike di wan bûyeran de heye û PDKê vê îddîayê red dike, weha axivî.

Barzanî, “Hûn jî dizanin yên ku hatine girtin piştî operasyoneke hevpar a di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatîye lidarxistin de hatine girtin.

Li gorî ku tê îfadekirin, bi şekleke zelal PKKê di nav vê bûyerê de ye. Di pişt bûyerên ku li Hewlêr û Kerkûkê pêk hatine de PKK heye. Encax tu delîlek tineye ku eleqeya YNKê bi partîtî di vê bûyerê de heye.

Di encama tehqîqata ku li Bexdayê hatîye kirin de hûn jî ji vêya re bûne şahid, dibe ku rêxistîbûnekî hebe, dibe ku berê bi şexsî endamê YNKê bin. Ev meseleyekî cuda ye, encax tu delîlekî tineye ku ew wek partîyeke sîyasî yan YNKê di pişt vê bûyerê de ye.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir