Dr. Hassan û malbata wî di êrîşa îşxalkeran de şehîd ketin
Serokê Zanyarîya Cerrahîya Plastîk û Şewata Kompleksa Tip Nasirê Dr. Hassan Hamdan, li herêma Deîr Al-Balahê ji teref rejîma îşxalker ve bi bombeyê êrîş li mala wî hat kirin, di encama êrîşê de bi tevî hemû ferdên malbata xwe şehîd ket.
Di encama êrîşa balafirên herbê ya rejîma îşxalker de, Dr. Hamdan û hemû ferdên malbata wî şehîd bûn.
Dr. Hassan Hamdan, bi pisporî û xebatên di warê tibbê de tê naskirin. Şehadeta Hassan di nav camîaya tip û xelkê de bû sedema xemgînîyê.
Rayedarên mehellî diyar kirin ku piştî êrîşê li cîhê bûyerê xebat dan destpêkirin encax Dr. Hamdan û hemû malbata wî şehîd bûn. (ÎLKHA)