Li Meletîyê dikanek hat şewitandin
Li navçeya Yeşîlyurta Meletîyê komeke êrîşdar, êrîşî dikaneke ku aîdê mirovên biyanî ne kirin û dikanê şewitandin.
![Li Meletîyê dikanek hat şewitandin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/gJhL-gwfjxCxW2YfNx3IYJqA3_s=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/27/li-meletiye-dikanek-hat-sewitandin-f1483dac.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Li gorî îddîayan, dikaneke aîdê Sûrîyeyîyan ku li ser Ceddeya Konevîya Sadreddînê ye, ji teref 4-5 kesan ve dûçarê êrîşê hat. Cam û derîyên dikanê hatin şikandin û dikan hat şewitandin.
Li ser xeberdayînê ji cîhê bûyerê re ekîbên îtfaîye û polês hatin sewqkirin. Ekîbên îtfaîyeyê di encama midexeleyên ku kirin de şewatê tefandin.
Hat îfadekirin ku di bûyerê de birîndar an jî mirî çênebûye û polês jî ji bona ku êrîşdar bêne qefaltin xebat daye destpêkirin. (ÎLKHA)
![](/images/24/27/li-meletiye-dikanek-hat-sewitandin-5cf8cb44.jpg)