• DOLAR 32.551
  • EURO 34.967
  • ALTIN 2442.32
  • ...
Şehîdên Xirabê Ripin li ber serê qebrên xwe hatin bîranîn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKyê ku qet tehemûlî dînê Îslamê û kesên xwedîyê nasnameya dîndar nedikir di salên 90î de çendîn caran êrîşên hovane bir li ser gundê Xirabê Ripina Hezexa Şirnexê û bi dehan Misliman şehîd kir.

Dema ku dîrok 26ê Hezîrana sala 1992yan nîşan dide PKKyî hov û dest bi xwîn cardin rûyê xwe yê reş nîşan da. PKKyîyên hov ên ku tehemûla wan ji Îslam û kesên dîndar re tunebû rêya Xirabê Ripin bi mayînan dagirtin. Dema ku Mislimanên ku li Xirabê Ripin dijîyan ji wê rêya bi mayîn derbas bûn mayîn teqîyan û di encama bûyerê de 4 Mislimanên bi navê Evdilkerîm Ozel(34), Îbrahîm Kartal(28),  Hedîye Baştug(35) û Menîce Kartal(16) şehîd bûn.

Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Elî Altun, îdarevan û serokên HUDA PARê û nas û hezkirîyên şehîdan beşdarî bernameya bîranînê ya ku li qebristana gund hat tertîpkirin bûn.

Bername bi tîlaweta Qurana Kerîm dest pê kir û bi axavtina Endamê ÎTTÎHADUL ULEMAyê Mela Elî Altun berdewam kir.

“Ji bo ku daw û doza Îslamê li ser van axan berdewam bike xuşk û birayên me canê xwe feda kirin”

Altun di axavtina xwe de balan kişand li ser ehemîyeta wê wezîfeya ku şehîd ji bo Îslamê kirine û got: “ Şehîd li dijî Fîrewnên esra me mîna sehabîyan micadele kirin.Hinek ji we dibe ku bûbin şahid. Dema ku me şehîdên xwe spart axê, me kurmên xwe jidandibû û tekbîran dianî û me tim û tim digot em ê qetîyan terka rêya we nekin, em ê heyfa we jî li erdê nehêlin û xwedî li daw û doza we derkevin. Me tevekan vê sozê dabû şehîdên xwe. Ji bo ku daw û doza Îslamê li ser van axan berdewam bike xuşk û birayên me canê xwe feda kirin. Bi vî awayî ew vê daw û doza Îslamê ji me re mîras hiştin.  Şehîdên me îftîxara me tevekan in.”

Bernama  bi diaya ku hat xwendin bi dawî bû.(ÎLKHA)

 





























Bu haberler de ilginizi çekebilir