Li Îzmîrê ji ber teqînê hejmara mirîyan derket 5an û ya birîndaran jî derket 57an
Hat ragihandin ji ber teqîna xazê ya ku li Îzmîrê pêk hat hejmara mirîyan zêde bû.
![Li Îzmîrê ji ber teqînê hejmara mirîyan derket 5an û ya birîndaran jî derket 57an](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Ut5lo05UUaeLiEYLvNzPV0cGHQ4=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/27/li-izmire-ji-ber-teqine-hejmara-miriyan-derket-5an-u-ya-birindaran-ji-derket-57an-b357602d.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Doh li navçeya Torbaliya Îzmîrê di avahîyekê de ji ber xazê teqîneke dijwar pêk hatibû. Di encama teqîna ku li Taxa Ayrancilarê pêk hatibû de 4 kesan canê xwe ji dest dan û 20 kes jî birîndar bûbûn.
Li gorî agahîyên ku nû hatin bidestxistin ji ber teqînê hejmara mirîyan derket 5an û ya birîndaran jî derket 57an.
Hat hînbûn ji ber teqînê di 11 avahîyan de jî zirar pêk hat.(ÎLKHA)