• DOLAR 32.703
  • EURO 35.111
  • ALTIN 2444.097
  • ...
Li Fransayê êrîş li dawetekê hat kirin: Yek mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer li bakurê rojhilatê Fransayê, li komuna Thionville (herêma Mosêlle) pêk hat.

Li gorî medyaya welêt, komek kesên ku bi çekên otomotîk bûn, li nêzîkî salona ku dawet lê hatibû lidarxistin, gule bi ser kesên kom bibûn de reşandin.

Li gorî agahiyên destpêkê di êrîşê de ciwanek jiyana xwe ji dest da û 2 jê giran 4 kes jî birîndar bûn.

Piştî bûyerê gelek ekîbên polês û tenduristiyê sewqî herêmê hatin kirin.

Heta niha nayê zanîn ku êrîşkar kî ne û çima êrîşeke wiha pêk anîne.

Lêpirsîna polîsan a derbarê bûyerê de û xebatên ji bo girtina şikdaran berdewam dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir