Li Nîjeryayê êrîşa xwekuj: 6 mirî 15 birîndar
Di encama êrîşa xwekujîyê ya ku li Nîjeryayê pêk hat de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
![Li Nîjeryayê êrîşa xwekuj: 6 mirî 15 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Wr-lY64Ioehv6e-_uaU_LQdCAVo=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/26/li-nijeryaye-erisa-xwekuj-6-miri-15-birindar-0f9a7cdc.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Bûyer li herêma Marraban Gwozaya girêdayê parêzgeha Bornoyê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin kesekî xwekuj a ku bombe li ser xwe girê dabû hat cihê dawetekê û bombeya li ser xwe teqand.
Yusuf Lawalê Midûrê Ewlehîyê yê Bornoyê derbarê mijarê de diyar kir, di encama êrîşa ku hat kirin de 6 kesan canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn.
Kesên birîndar hatin rakirin nexweşxanê û hêj ti kesî êrîşê negirt li ser xwe.(ÎLKHA)