• DOLAR 32.679
  • EURO 35.115
  • ALTIN 2446.535
  • ...
Ûnsal: Yên ku destekê didin sîyonîstan ew ê bedêla wî bidin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nêzê 99 sal berê Şêx Seîd Efendî ji teref rejîmê ve bi qerara Dadgehên Îstîklalê ve hat şehîdkirin, di bernameyê de derheqê Şêx Seîd Efendî, berxwedana li Xezzeyê û zimandirêjîya ku ji protestoyên li Dîyarbekirê ji bona boyqotê têne kirin têne nîşandan de axavtin hat kirin û ji wan zimandirêjan re jî bûyerên 6-8ê Cotmehê hatin bibîrxistin.

Daxuyanîya çapemenîyê ji teref Koordînatorê Giştî yê Weqfa Êtîman Cemîl Cahît Ûnsal ve hat xwendin.

Ûnsal, destnîşan kir ku divê li hember wan mirov û sazîyên ku ji rejîma îşxalker re alîkarîya meddî dikin çalakîyên bi qewet bêne destpêkirin, ji wan kesên ku ji protestoya li Dîyarbekirê ji bo boyqotê hat kirin re zimanên xwe yên gemar dirêj kirine re jî bûyerên 6-8ê Cotmehê hat bibîrxistin.

“Em li hember sîyonîstên îşxalker û wehşeta wan, li hember mirov û sazîyên ku destekê didin wan in”

Ûnsal di axavtina xwe de bal li ser berxwedana Xezzeyê ku di serê sibeha 7ê Cotmehê de bi Operasyona Tofana Eqsayê dest pê kir kişand û weha got, “Ev bû 9 meh e însanên li Xezzeyê ji ber ku Misilman in, ji îşxala Qudsê re nerazî ne û dev ji Mescîdî Eqsayê bernadin têne qetilkirin. Her roj bebik, zarok û pîrek têne kuştin û hemû dinya jî wan temaşe dike. Weka ku zilma Budîstan li Ereqanê dikir, Emrîqaya ku li Efxenistanê bikardianît, Helebçeya ku Seddam li wê zilmê dikir temaşe dikirin dîsa temaşe dikin.”

Ûnsal îfade kir qewete herî mezin ku li hember van qetlîaman û zilman bisekina Îslam e ew jî vêya zanin ji ber vê yekê nahêlin ku Îslam û Misilman mezin bibin, şîyarbûna Îslamê ew ê înqilabê jî bi xwe re bîne.

Ûnsal, “Em 9 meh e di meydanan de ne. Li gorî qeweta xwe ji bona ku zilma li Xezzeyê biqede micadeleyê dikin. Em li cem micahîdên Fîlîstînê û yên ku destekê didin wan in. Ev gotina me tê vê maneyê ku em li hember rejîma îşxalker û wehşeta wî, mirov û sazîyên ku destekê didin wan in.”

“Divê Misilman li hember mirov û sazîyên ku ji wehşeta li Xezzeyê re desteka maddî didin çalakîyên mezin û bi qewet bidin destpêkirin”

Ûnsal îfade kir ku sîyonîzm û destekvanên wan ên kûrewî tenê li Xezzeyê cephe venekirine, “Em dibînin ku yên li Fîlîstînê bedenên me parçe dikin, li erdnigarîyên dinê jî zêhnîyeta ciwanîya me îşxal dikin. Em ê tu dem ji îşxala Xezze, Quds û Mescîdî Eqsayê re û ji îşxala çanda sîyonîzmê re îzîn nedin. Em ê di vî warî de ji hemû çalakîyên meşrû re destekê bidin.”

Ûnsal bal kişand ku divê li hember mirov û sazîyên ku desteka maddî didin sîyonîstan çalakîyên biqewet bêne destpêkirin, Ûnsal ji wan kesên ku ji çalakîya li Dîyarbekirê hat tertîpkirin re zimanên xwe yên qirêj dirêj kirine re jî peyamên muhîm da.

Ûnsal weha got, “Em ji li vê derê banga xwe ya ku bû çend meh e dikin cardin nû dikin. Hemû Misilman û însanên ku wijdanên wan hûr in; divê li hember dewlet  û sazîyên ku ji wehşeta li Xezzeyê re desteka maddî dikin çalakîyan bidin destpêkirin. Niha em ji çalakîyên ku têne kirin re destekê didin û ji vê şûnda jî ji hemû protesto û çalakîyên meşrû re jî destekê bidin.”

“Yên ku di van erdan de destekê didin sîyonîstan bila bi lez û bez hişê xwe bidin serê xwe”

Ûnsal derheqê protestoyên ku li Dîyarbekirê hat lidarxistin de jî axivî û weha got, “Bi taybetî em cardin ji li vê derê dibêjin em ji protestoyên Dîyarbekirîyên ku hefta borî tertîp kirine re destekê didin. Bila kuçikên mehellî yên sîyonîstan baş zanibin ku em ê ji fealîyetên wan re rê nedin. Van axên ku xwîna eshabîyan hatîye rijandin, ew ê ji kuçikên sîyonîstan re cîh nede. Xelkê Dîyarbekirê û gelê Kurd ê Misilman, ew ê tu dem wan kesên ku destekê ji sîyonîzmê re bidin bîrva neke. Helbet ew ê nevîyên Şêx Seîd û Selaheddîn Eyyûbî mesulîyeta xwe bicîh bînin. Yên ku di van axan de ji sîyonîstan re destekê didin bila bi lez û bez hişên xwe bidin serê xwe.”

“Yên ku zimanên xwe ji protestoyên li Dîyarbekirê re dirêj dikin li gotinên xwe binêrin”

Ûnsal, “Divê yên ku zimanên xwe ji protestoyên li Dîyarbekirê re dirêj dikin li gotinên xwe binêrin. Me hêj bîrva nekirîye ku van bêhedên dirûyîyan di 6-8ê 2014an de li ku derê cîh digirtin. Em maneya wan gotinên ku wek cîwan û nazenînên Yasîn Borî bi wehşî qetil kirine gelek baş dizanin. Xelkê me çi bûyerên 2014an bîrva kirîye çi jî yên ku bêdeng mane û wehşetê qebûl kirine bîrva kirîye.”

“Protestoyên ku têne kirin divê weka ku li çar alîyê dibe li Tirkîyeyê jî bê zêdekirin”

Ûnsal diyar kir ku nedîtina Odeya bazirganî û dikandaran ku talanên wehşeta 2014an, lê dîtina ciwanên ku pêlê dûva sîyonîstan kirine me şaş nake, Ûnsal diyar kir ku ew dizanin kê bi kê re kar dike, kê bi kê re xizmetê dike, kê bi xelkê xwe re di nav îxanetê de ye.

“Yên ku destekê didin sîyonîstan ew ê bedêla wan karên xwe bidin”

Ûnsal diyar kir ku divê çalakî û protestoyên têne kirin bêne zêdekirin, “Di vî warî de ez cardin balan li ser dikşînim û binê wî xêz dikim. Divê çalakî û protestoyên ku li dijî Starbucks, McDonald's û Burger Kingê ku destekê didin sîyonîstan têne kirin bêne zêdekirin. Divê protesto li Tirkîyeyê jî bêne zêdekirin. Baş tê zanîn ku van protestoyan sîyonîstan çiqas aciz dike, çîmkî kuçikên wan ji li vê derê di’ewitin.”

Ûnsal di dawîya axavtina xwe de weha got, “Bila ev baş bê zanîn ku hemû şîrketên navneteweyî û şûbeyên wan ên mehellî ji qetlîama li Xezzeyê re hevpar in. Bêguman ew ê yên ku destekê didin wan bedêlê bidin. Çi dinya ew ê ji wan re dawa xwe vebike çî jî piştî mirinê ew ê ronîya rojê li bêvîya wan bisekine.” (ÎLKHA)





















Bu haberler de ilginizi çekebilir