Li Hîndistanê barana zêde bû sedema mirina 8 kesan
Li paytext Delhîya Nû ya Hîndistanê, baraneke dijwar barîya, baran bû sedema mirina 8 kesan.
![Li Hîndistanê barana zêde bû sedema mirina 8 kesan](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/wEKVf7PqAhqAi2b4d975xsEVqmM=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/26/li-hindistane-barana-zede-bu-sedema-mirina-8-kesan-de5ed596.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Ekîbên xelaskirinê, di bin enqaza dîwara ku piştî baranê di sehaya înşeatê de hilweşîyabû de ceseda 3 kesan derxistin.
Hat diyarkirin ku doh jî 5 kesan canê xwe ji dest dane û bi tevî van 5 kesan hejmarê mirîyan derket 8 kesan.
Barana ku di roja Înê de barîya, di nav 88 salên dawîn de barana herî zêde bûye. (ÎLKHA)