• DOLAR 32.697
  • EURO 35.168
  • ALTIN 2445.739
  • ...
Şehîdên Sûsayê wê li ser mezelên xwe bêne yadkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

PKKê ku di 26ê Hezîrana sala 1992yan de li gundê Sûsayê êrîşî camîyê kir, gundîyan da ber guleyan û 10 Misilmanan şehîd kir.

Wek her salan ew ê îsal jî li ser Goristana Şehîdîya Sûsayê bername bê tertîpkirin.

Sûsa-Derê daxuyand ku ew sibe di seat 17.00an de bernameyek tertîp dikin û ji ber vê yekê hemû xelkê Dîyarbekirê dawetî bernameyê dikin.

PKKyê ku dîroka wî bi qetlîaman tijî ye û di salên 1990yan de li herêma Kurdistanê nedihêşt ku mirov di nav azadîya xwe de bijîn, dema ku dîrok 26ê Hezîrana sala 1992yan nîşan dida, li gundê Xirabê Ripina Hezexa Şirnexê mayînê kiribû binê erdê û di encama teqandina mayînê de 4 mezluman jî qetil kiribû.

Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk derheqê zilm û wehşeta wê dewrê de axivî û derheqê qetlîamên Sûsa û Xirabê Ripinayê de agahîyan da, wî bal kişand ku zêhnîyeta PKKê ji Kurdan re xeyn ji xwîn û rondikên çavan tiştekî neanîtîye.

Çelîk bal kişand ku li herêmê xelkê Misilman ji zilm û polîtîkayên PKKê re serê xwe netewandine, dema ku Misilman ji jîyana xwe ya Îslamî tawîz nedin ew ê di her dewrê de musîbetên ewakî werin ser serê wan û ji vê tiştê jî şanazîyê dibînin.

“Ji ber ku ji rêxistina mirted re serê xwe netewandin 10 Mislman hatin qetilkirin”

Çelîk destnîşan kir ku Misilmanên herêmê ji ber ku ji PKKê re serê xwe netewandin ji teref PKKê ve ji wan re gule dihatin rijandin, “Wek ku xelkê me jî dizane salên 1990îyan hem ji bo welatê me hem jî ji bo herêma me salên tarî bûn. Rêxistina mirted vê herêmê kiribû bin hakimîyeta xwe, li hember Misilmanên ku ji wan re serê xwe neditewandin jî polîtîkayên dijwar bikardianît. Di vê çarçoveyê de li gundê Sûsaya ku girêdayê navçeya Farqîna Dîyarbekirê ye di dema nimêja eşayê de êrîşî camîyê dikin. PKKê,  ji ber ku Misilmanên li wê derê serê xwe ji wan re netewandin, bi gotinên wan  nekdikirin, li pey polîtîqayên wan nediçûn û li ser pîyên xwe disekinîn cil û bergên leşkeran li xwe kirin û 10 Misilmanên ezîz dan ber guleyan û wan şehîd kirin.”

“PKKê, Misilmanan dibir serê çîya û bi wehşeta ku îsraîlê nekirîye Misilmanan şehîd kir”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de derheqê qetlîama Xirabê Ripinayê de jî agahîyan û weha got:

“PKKê di heman rojê de li gundê Xirabê Ripinayê de jî mayînê kiribû binê erdê û 4 Misilmanan şehîd kiribû. PKKê wê demê li herêmê digot, ‘Xeyn ji min tu hakimekî tineye, hakîmîyeta vê herêmê di destê min de ye û hakim ez im’. Ji ber ku Kurdên dîndar jî vêya qebûl nedikirin dixwestin ku serê wan biteqînin, wan şehîd dikirin hetta hinekên wan dibirin serê çîya wan direvandin û bi wehşeta ku îsraîlê jî nedikir wan şehîd dikir. Em wek Misilmanan ji van qetlîam û îşkenceyan re ne biyanî ne.”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de bal kişand ku Misilman dema ku xwe bi Îslamê re girê bide bi tevî vê girêdaybûna wî îmtîhan jî têne ser serê wî û ev îmtîhan jî ji bona wan şanazîyekî ye, ew ê micadeleya Îslamî li hember dijminên Îslamê berdewam bike, “Heta ku Misilman serê xwe netewînin, heta ku bi dînê Tewhîdê re, bi yekîtîya Xwedê re û bi Pêxemberê Xwedê re girêdaybin û tabi’ê vana bûne daîma xwînmijên ewakî jî hebûne. Em ji musîbetên ku ji ber em girêdayê Xwedê û Resulê Xwedê ne têne ser serên me sebir dikin û bi van musîbetan jî şanaz dibin. Lê di demeke nêz de an jî di demeke dûr de ferq nake ew ê Kurdên Misilman bibînin û hîn bibin ku ew rêxistina mirted xelasvanê wan nîne bileqs ew şerekî ku axîreta wan îfsad dike ye. Em ewakî difikirin. Xebat û micadeleya me di vê armancê de ye.” (ÎLKHA)





Bu haberler de ilginizi çekebilir