Li Mêrsînê serwîsa ku karker di nav de bûn qeza kir: 2 mirî 35 birîndar
Li Mêrsînê, otobûseke ku karkerên fîrmayeke di nav de bûn li wesayîtekî ku di nav de leşkerên pispor di nav de bûn qelibî, di encama qezayê de 2 kesan canê xwe ji dest dan, 35 kesan jî birîndar bûn.
![Li Mêrsînê serwîsa ku karker di nav de bûn qeza kir: 2 mirî 35 birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/mAher6hJ-lHREHYlxZSJxYBihjg=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/26/li-mersine-serwisa-ku-karker-di-nav-de-bun-qeza-kir-2-miri-35-birindar-a4376336.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza, li ser rêya Mêrsîn-Entelyayê pêk hat. Li gorî agahîyên ku hatine bidestxistin, otobûsa ku di bin îdareya Î.K. de bû û karkerên Akkuyu NGS’yê di nav de bûn, li wesayîta ku di bin îdareya leşker Y.D. de bû ku ew jî li Akkuyu NGSyê wezîfedar e û li otobûsa ku di bin îdareya H.Y. de bû û di nav de karker hebûn qelibî.
Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên cenderme, îtfaîye û tenduristîyê hatin sewqkirin. Mirovên birîndar bi ambûlansan ji nexweşxaneyê re hatin rakirin. (ÎLKHA)