• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Omer Çelîk: Ji bo xûşk û birayên me çi ji destê me were em ê bikin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Nêzê 99 sal berê Şêx Seîd Efendî ji teref rejîmê ve bi qerara Dadgehên Îstîklalê ve hat şehîdkirin, di bernameyê de derheqê Şêx Seîd Efendî, berxwedana li Xezzeyê û zimandirêjîya ku ji protestoyên li Dîyarebekirê ji bona boyqotê têne kirin têne nîşandan de axavtin hat kirin û ji wan zimandirêjan re jî bûyerên 6-8ê Cotmehê hatin bibîrxistin.

Serokê Platforma Karwanê Şehîdan Omer Çelîk, qala şehadet û qîyama Şêx Seîd Efendî kir û bibîrxist ku Rojava weka ku doh kiribû îro jî zilm û qetlîamên xwe didomîne, di heman demê de qala wan kesên ku dirûyîne jî kir.

“Ew tu dem ajanên Îngîlîzan an jî xaîn nebûn, ew alimên rebbanî  ne ku pêşîya me ronî dikin”

Çelîk di axavtina xwe de bibîrxist ku nêzê 100 sal berê çar alîyê welat ji teref Îngîlîz, Fransiz, Îtalyan û dewletên dinê yên wehş ve hatibûn îşxalkirin, yên ku rûmeta wan ji nirxên Îslamî û însanî re tinene herbê ji Îslam û Misilmanan re vekiribûn û di encamê de bi hezaran însanan qetil kiribûn, di encamê de li hemberî wan yên ku micadeleyê kirine alim, seyyîd, seyda û pîrên xatûn bûn.

Çelîk weha got, “Yên ku welatên me îşxal kiribûn ji teref aliman ve hatin defkirin lê yên ku piştî wan hatine tiştên ku Rojava bi îşxalê nikaribû bikirana bikaranîtin. Xelkê me yê ku Fransiz, Elman û Îngîlîzan def kiribûn dûre ji cil û bergên Elman, Fransiz û Îngîlîzan re hatin mecburkirin ku li xwe bikin. Hetta li vê herêmê dûçarê qetlîamên wehşan bûbûn. Şêx Seîd Efendî û hevalên wî yên ku vê rewşê dîtin ji bona ehkam û emrên Îslamê mektûb û telgrafan şand. Dema ku encamek nehat bidestxistin dest bi qîyamê kir. Xwedayê mezin jî şehadetê kir nisîbê wî.”

Çelîk di berdewama axavtina xwe de îfade kir ku Şêx Seîd û hevalên wî di dilê Misilmanan de wek seyyîd, şehîd, rêber û rêzan e, “Ew tu dem ajanên Îngîlîzan an jî xaîn nebûn. Ew alimên rebbanî yên ku pêşîya me ronî dikin in. Em şehadeta wan pîroz dikin û ji Xwedayê dilovan daxwaz dikin ku bila rêya me ji wan dûr neke.”

“Tûgayên Îzeddîn El Qessam rûyê qirêj ê komele û sazîyên ku aşiqê rojavayê ne ji dinyayê re da naskirin”

Çelîk îfade kir ku Rojava bi salan e zilmê kirîye û wan zilmên xwe jî bi şekleke xweşik veşêr dane, “Kedxwarina ku di salên 1700an de hatibû destpêkirin, li Esya, Efrîqa û welatên me ji gelek qetlîaman re navê xwe nivîsandin. Daîma gotin ku ew van qetlîaman ji bona Demokrasîyê bikaranîtine û vana jî bi gotinên xweş xemilandin û pêşkêşî xelkê kirin. Dema ku em li dîroka nêz binêrin mînak Emrîqa dema ku Iraqê îşxal kiribû wezîrê wan yê derve yê wê dewrê gotibû ‘Li Iraqê 500 hezar zarok hatin kuştin lê ev ji bo demokrasî û hedefên me hewce bû’. Li Sûrîyeyê nêzê 3 milyon însanan kuştin.”

Çelîk derheqê qetlîamên ku li Fîlîstînê têne kirin de jî axivî,

Çelîk îfade kir ku li Fîlîstînê nêzê 100 sal e bi herbê bi sedhezaran însanan qetil kirine û wan ji cîhê wan kirine; bi tevî alîkarîya Îngîlîz, Emrîqa, Elmanya, Fransa û welatên wek wan erdnigarîya Fîlîstînê bûye wek gola xwînê.

Çelîk, “Rojava, li Endûlûsê çibe niha heman tişt e û civakeke ku ji însanîyetê nisîb nestandîye ye feqet tiştekî baş dike, ew xwe gelek xweşik dikare bifroşe yanê bazarîya xwe xwşik dike. Hema hema em dikarin bibêjin ku ti erdnigarîyeke Îslamê nemaye ku nehatibe îşxalkirin. An bi çandî an jî bi fîzîkî hatîye îşxalkirin. Tûgayên Îzzeddîn Qesam di 7ê Cotmehê de rûyê rast ên sazîyên sîvîl, weqf an jî komeleyên pîrekan ku heyranê Rojavayê ne derxistîye holê. Bila were bîra we dema ku Efxenîyan Emrîqayê ji welatên xwe def kirin hemû dinya bi devekî heman gotinan gotin. Hûnermendên ku benê xwe bi wan re girê dane; komeleyên zarok, pîrek û însanan gotin ‘Li Efxenistanê di serî de ji bo zarok û pîrekan endîşeyên me yên mafan hene’ li Fîlîstînê ji 30 hezaran zêdetir pîrek û zarok mirine rojekî me nedît ku vana ji bona wan endîşe dibînin.”

“Wan însanên rezîl ku di 6-8ê Cotmehê de bi hezaran avahîyan şewitandibûn, protestoyên ciwanên me yên ku singa wan bi îmanê tijîye wek wehşetê dinirxîne”

Çelîk, “Ew dibêjin ku emê welatê we îşxal bikin, em ê we bikujin, ji dînê we re heqaretê bikin û hûnê protesto jî nekin, dengê xwe jî dernexin. Dema ku em dengê xwe derbixin ji me re dibêjin; ‘vana ji paş ve mane, alîgirê şîddetê ne, qatil in’ Ev micadeleya ku HAMASê daye destpêkirin xeyn ji kuçikên îsraîlê hemû xelkên ku xwedî wijdan û însan in rakirîye pîya. HAMASê ji dinyayê re perdeyekî nû vekirîye. Hemû dinya ji HAMASê re deyndarê însanîyetê ye.”

Çelîk, derheqê protestoyên ku çend roj berê  li Dîyarbekirê hatin lidarxistin de jî axivî û weha got, “Nêzê 3 meh e ji dinyayê re dibêjin ‘dengê nigê herba sêyemîn a cîhanê tê’ û bi vê şeklê îdreqekî çêdikin û didin destpêkirin, ew ê vêya bikin çîmkî ew ji xwînê re têr nabin. Cîhûyîyan di ayînên xwe de xwîna zarokan dixwîn. Wan cesedên zarokên bi xwîn ku li welatên me di bin havrayên Cîhûyîyan de derketin qet nehatin rojevê û nehatin xeberdan. Niha yên ku wan qetlîaman xeber nadin, di 6-8ê Cotmehê de qaşo mafên xwe yên demokratîk şixulandine û her alî xera kirin û şewitandin, bi dehan birayên me şehîd kirin, bi hezaran avahîyên me şewitandin û yên ku ji bûyerên gezîyê re dengê xwe dernexistin; îro ji protestoyên ciwanên me yên ku dilê wan bi îmanê tijîye û starbucks, mcdonald's û burger kingê proteto dikin wek wehşetê dibînin û wisa dinirxînin.”

“Sîyonîst û cihûyîyên mehellî bi îsraîlê re heman zimana propagandayê dixebitînin”

Çelîk di dawîya axavtina xwe de weha got, “îsraîla ku benê wan di destê xwe de digre çawa ku mirovên li hemberê wan disekinin wek nazîyan dinirxînin sîyonîst û cîhûyîyên li vê derê jî di heman zimanê de propagandayê bikartînin. Van ciwanan ji Xwedê ditirsin, ji Pêxember heya dikin. Van ciwanan zerarê nadin heywanekî jî û ew ciwanên wek zêr û zîvan in. Hûn ji van ciwanan re gotinan dibêjin, hûn ji van ciwanan re dibêjin alîgirên şîdetê? Wehş, firotî û alîgirên şîddetê hûn in. Ti heqekî we tineye ku hûn xeber bidin û tiştekî bibêjin. Em we gelek baş nas dikin. Em mafê xwe yê însanî û Îslamî bikartînin. Dema ku xûşk û birayên me li Fîlîstînê bi wehşetî têne qetilkirin bila tu kes ji me hêvî neke ku em di nav cîhên xwe yên germ de rakevin. Çi ji destê me were em ê bikin.” (ÎLKHA)





































Bu haberler de ilginizi çekebilir