• DOLAR 32.686
  • EURO 35.165
  • ALTIN 2448.887
  • ...
Li Nîjeryayê tir ket nav mirovên ku nimêja Înê dikirin: 14 mirî
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Bûyer, li ser rêya Zarîa-Kanoya ku li herêm bireveberîya Mehellî ya Kurayê pêk hat.

Tira ku ji rê derket, li peyayên ku nimêja Înê dikirin qelibî.

Di encama qezayê de 14 kesan wefat kirin, gelek kes jî birîndar bûn.

Bûyer, ji teref Fermandarê Sektora Kanoyê ya Yekîneya Ewlehîya Rêya Federalê Îbrahîm Abdullahî ve hat rastkirin.

Fermandarîya Wîlayeta Kanoya FRSCyê, daxuyand ku piştî bûyerê ji herêmê re ekîbên xelaskirin û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Hat daxuyandin ji bona ku sedema qezayê bê eşkerekirin tehqîqat berdewam dike.

Fermandar Abdullahî, ji malbatên mirovên ku di bûyerê de canê xwe ji dest dane re sersaxîya xwe şîyand. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir