• DOLAR 32.7
  • EURO 35.227
  • ALTIN 2446.445
  • ...
HUDA PARê ji zema ceryanê re bertekê nîşan da
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî û Parlamenterê Mêrsînê yê HUDA PARê Faruk Dînç derheqê zema ku ji teref Sazîya Rastkirina Pîyasaya Enerjîyê (EPDK) ve ji ceryanê re hatîye kirin de daxuyanîyek belav kir, got ku ev zem xeyn ji zêdekirina enflasyonê wê tu xêrekî wî tinebe û ew ê welatî jî bikeve bin kulfetekî mezin.

Dînç, di daxuyanîya xwe de weha got:

“Ev zema ku ji sedî 38 di vê pêvajoya ku qeweta danûstandina welatîyan ketîye de ji malan re hatîye kirin, wê ji zêdekirina enflasyonê cudatir ti xêreke wî ew ê tinebe. Zema ji sedî 38 ku ji koma aboneyên fealîyetên çandinîyê re hatîye kirin, ew ê di hilberînan de zêdebûna wî çêbibe… Wê ev jî mexdûrîyeta welatîyên zêdetir bike. Ew ê ev qerara zemê hem welatîyan hem jî cotkaran bike bin kulfetekî mezin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir