• DOLAR 32.754
  • EURO 35.299
  • ALTIN 2446.324
  • ...
HAMASê derhêqe qetlîama Şûcaîyeyê de daxuyanî da: Wan êrîşan qerarîya xelkê me ya di warê mabûna li welatên xwe de zêde dike
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

HAMASê, di daxuyanîya ku belav kir de, bibîrxist ku rejîma îşxalker li dijî taxa Şûcaîyeya ku li rojhilata Xezzeyê ye bomberdûmaneke dijwar daye destpêkirin, ji bona ku tax bê valakirin zor û zordarîyê bikar tîne.

Hat diyarkirin ku ji ber êrîşan li taxê gelek kes şehîd û birîndar bûn, bi hezaran mirov jî ji ber ku rejîma îşxalker bi sîstematîkî êrîşan li dar dixe ji cîhê xwe bûne, HAMASê bal kişand ku ev êrîş berdewama qirkirinê ye.

HAMASê diyar kir ku van sûcan bi destek û hevkarîya Emrîqayê têne kirin, “Ji nû ve hedefgirtina bajar, tax û kampên penaberan, kuştina sîvîlan, zerardayîna ji binesazîyê re û ev polîtîqaya faşîst ku armanc dike êş û jana xelkê me kûrtir bike bi temamî sûca herbê ye.”

HAMASê diyar kir ku ev sûc li ber çavê dinyayê tê kirin, ji civaka navneteweyî re dawxaz kir ku bila van sûcan bidin sekinandin û serokên dewleta terorîstê jî ceza bikin.

HAMASê weha got:

“Van sûcan û polîtîqayên îşxalê, ew ê qerarîya xelkê me ya di warê mayîna li welatên xwe de û berxwedana wan a li hember planên îşxalê zêdetir bike.

Ew ê ev tegera me ya berxwedanê ya qehreman, sekina xwe ya li hember ev şebekeya terorê, artêş û leşkerên wan ên faşîst û derbexistina li efserên wan bidomîne, wê heta ku îşxal dawî bibe ew ê berxwedana me bidome.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir