• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Nasrallah, bi Sekreterê Giştî yê Cemaeta Îslamîye re hat cem hev
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî Ajansa Xeber a Libnanê, Nasrallah, bi tevî endamê Konseya Sîyasî yê Hîzbullahê Abdulmecîd Ammar re, li ser ehemmîyeta destekdayîna ji berxwedana li Xezzeyê û xelkê şanaz yê Xezzeyê re balan kişand.

Di hefteyên dawîn de di navbera Tel Avîv û Hîzbullahê de gengeşî zêde bûye, bi taybetî artêşa îşxalê hefteyekî berê daxuyand ku ew plana êrîşa li dijî Libnanê erê kirine û ji ber vê yekê rîska herbê zêde bûye.

Hîzbullah, diyar dike ku dawîbûna operasyonên wî encax bi dawîbûna êrîşên li dijî Xezzeyê mimkin e.

Di serî de Hîzbullah û komên li Libnanê, ji 8ê Cotmehê vir ve ji Xeta Şîn her roj bi artêşa îşxalê re pevçûnê dikin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir