HUDA PARê ji bo şewata Çinar û Şemrexê pêşnîyaza qanûnê da
Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, ji bona ku herêma şewata li Çinar û Şemrexê ku 15 kesan canê xwe ji dest dabûn bibe “herêma afetê” ji Meclîsê re pêşnîyaza qanûnê da.
![HUDA PARê ji bo şewata Çinar û Şemrexê pêşnîyaza qanûnê da](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/V3N3iGsvE8gCzgKLbUDCPVy9fdw=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/26/huda-pare-ji-bo-sewata-cinar-u-semrexe-pesniyaza-qanune-da-a844bcea.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Parlamenter Demîr, di pêşnîyaza qanûnê de van îfadeyan bikaranît:
“Di encama şewata ku di 20ê Hezîranê roja Pêncşemê de li Çinara Dîyarbekir û Şemrexa Mêrdînê derket de 15 kes wefat kiribûn, ji 60î zêdetir mirov jî birîndar bûbûn. Dîsa şewat bû sedema mirin û birîndarbûna nêzê 1000 heb heywanan.
Li Dîyarbekirê, li gundên Tobîn, Baxcax, Herberê û Bodikana Çinarê 7 hezar û 900 donim erd şewitîye, ji vana 1111 dekarê wî jî erdê ku hêj genim di nav de bûye ne. Xeyn ji vana traktorekî û 14 heb tesîsên avdanê jî şewitîne. Li gundê Tobînê 924 pez telef bûye.
Li Mêrdînê; li gundên Dirînê û Reşana Şemrexê jî 7 hezar dekar erd şewitîye. Ji vana jî 4 hezarê wan hêj nehatîye debrkirin. Gelek amûrên avdana cotkaran jî zerarê dîtîne û şewitîne.
Ji bona ku welatîyên li herêmê dijîn zerarên wan ên meddî û menewî ku rûbirû mane bê dayîn û mexdurîyetên wan ji wan bê birîn, sibe disbe afetên wek ewakî neyên jîyankirin û tedbîrên hewce bêne standin, li herêmên ku şewat derketîye çeşîdîya bîyolojîkî bi lez û bez ji berê re vegere û herêm di warê bîyolojîyê de bê dewlemendkirin; ji ber ku dewlet dewleta civakî ye û bawerîya welatîyan a ji dewletê re ji nû ve bê tesîskirin derdorê Dîyarbekirê û Mêrdînê wek herêma afetê bê îlankirin.” (ÎLKHA)