• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Lazimatîya xelkê Xezzeyê bi acîlî ji xizmeta tenduristîyê re heye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

UNRWA di daxuyanîya ku belav kir de, destnîşan kir ku pirsgirêka derman û sotemenîyê gihaştîye rewşeke ciddî û ji ber vê yekê birîndarên Xezzeyî nikarin emelîyat bibin an jî ji wan re midexele nayê kirin, bal hat kişandin ku li Xezzeyê ji xizmeta tenduristîyê re bi acîlî lazimatî heye û li navendên tenduristîyê jî fealîyetên biçûk encax têne kirin.

Di êrîşa îşxalkeran ku ji 7ê Cotmehê vir ve li Xezzeyê li dar xistîye de herî kêm 15 hezar û 694 jê zarok, 10 hezar û 279 jê pîrek tev de 37 hezar û 765 Fîlîstînî hatine qetilkirin, 86 hezar û 429 Fîlîstînî jî birîndar bûne.

Hat diyarkirin ku hêj bi hezaran şehîd jî di bin kavilan de ne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir