Encamên LGSê hat diyarkirin
Encamên Sîstema Derbasbûna ji Lîseyan re (LGS) hat diyarkirin, xwendekar dikarin encamên xwe li ser sîteya înternet a Wezareta Perwerdehî ya Netewî bidestbixin.
Encamên îmtîhana navendî ya di çarçoveya LGSê de, li ser sîteya "https://www.meb.gov.tr" ê hat daxuyandin.
Ji teref Wezareta Perwerdehî ya Netewî ve di 3yê Hezîranê de ji bo xwendekarên sinifa 8emîn ji 1 miyon 38 hezar û 192 xwendekaran re îmtîhana LGSê hatibû kirin. (ÎLKHA)