• DOLAR 32.628
  • EURO 35.368
  • ALTIN 2478.182
  • ...
Îranê ji bo Serokkomarê xwe yê nû hilbijêre diçe ser sindoqan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di hilbijartina Serokkomarîyê de ew ê ji 61 milyonî zêder hilbijêr, di 58 hezar û 640 navendan de rayan bavêjin.

Dengdayîn di seat 08.00an de dest pê kir.

Ew ê dengdayîn 10 seat bidome û Wezîrê Karên Hindir dikaribe wextê dirêj bike.

Ger ku namzed di merhaleya ewil de nikaribin rayên zêde bistînin ew ê hiblijartin ji tûra duyemîn re bimîne. Di tura duyemîn de jî kîjan namzed raya zêde bistîne ew ê bibe Serokkomar.

Tura duyemîn jî ew ê di 5ê Tîrmehê de bê kirin.

Yên ku dikaribin raya bavêjin mirovên ku berîya 29ê Hezîrana 2005an de hatine dinyayê ne.

Di hilbijartinê de 4 namzed bi hev re pêşbirkê dikin.

Di lîsteyê de van navan hene:

1. Muhammed Bakir Kalîbaf: 62 salîye, çar salê dawîn di wezîfeya serokatîya meclîsa Îranê de bû. Berî niha jî sê caran ji bo serokkomarîyê bûbû namzed, du caran winda kir. Di sala 2021an de ji bo Reîsî ji namzedbûnê vekişîya. Di artêşê de wezîfe girtîye. 12 sal wezîfeya Serokê Şaredarîya Tehranê kirîye.

2. Saîd celîlî: 58 salî ye, endamê Konseya Teşhîsa Maslaheta Dûzenê ku sazîyekî dewletê ye ye. Di konseya ewlehîya neteweyî ya welatê de jî wezîfeya sekretertîyê kirîye û ji lijneya ku di hevdîtinên bernameya nukleer a Îranê bi welatên dinê re kirine de serokatîyê kirîye. Berî niha jî du caran bûye namzed û di sala 2021an de ji bo Reîsî ji hilbijartinê vekişîya ye.

3. Mesûd Pezeşkîyan: 70 salî û pisporê cerrahîya dil e. Pênc donem parlamentîyê kirîye. Çar sal jî wezîfeya Wezareta Tenduristîyê kirîye.

4. Mustafa Purmuhammedî: 65 salî ye, li Îranê wezîfeyên paye bilind kirîye. Di navbera salên 2005 û 2008an de wezîfeya Wezîrê Karên Hindir bikaranîtîye. Di navbera salên 2013 û 2017an de jî wezîfeya Wezîrê Edaletê bikaranîtîye. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir