• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Kerwana Hêvîyê li Xezzeyê bi sedan qurbanan serjêkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Kerwana Hêvîyê ya ku wekaleta bi sedan qurbanan bi cih anî û goştê ku ji qurbanê hat bidestxistin li gelê mezlûm ê li Filistînê ku di şert û mercên dijwar de tê kirin belav kir, ji bo gelek zarokên herêmê jî diyariyên cil û bergên eydê da.

Kerwana Hêvîyê ya ku xebatên xwe yên alîkariyê li herêmê didomîne, li gel belavkirina xwarinên germ, sebze, fêkî û ava paqij, her wiha ji bo peydakirina pêdiviyên paqijiyê jî kelûmelên paqijiyê didomîne.

Serokê Kerwana Hêvîyê Cengîz Kurtaran der barê xebatên alîkariyê yên ku bi minasebeta Eyda Qurbanê li Xezzeyê kirin de daxuyanî da ji ÎLKHAyê re û weha got: "Qirkirina ku ji teref siyonîst îsraîl ve li dijî Filistînê hatiye destpêkirin ji 7ê cotmehê vir ve dewam dike. Birayên me yên li wir di bin şert û mercên zehmet de ne. Bi taybetî Kerwana Hêvîyê, tevî van şert û mercên dijwar, me xwest ku em li Xezzeyê erka fedekariyê bi cih bînin û birayên xwe yên li wir bi îbadetên qurbanê şad û kelecan bikin û Cejna Qurbanê jî pêşkêşî birayên xwe bikin."

Kurtaran diyar kir ku ji bo heywanên qurbanê yên di Cejna Qurbanê de li Xezzeyê bên serjêkirin hejmarek diyar kirin û ji ber piştgiriya zêde ev kota di demeke kin de hat dagirtin, spasiya xêrxwazên ku wan bi tenê nehiştin kir. Xebatên wan ên ji bo herêmê ew ê bênavber bidomin. (ÎLKHA)



















































Bu haberler de ilginizi çekebilir