Ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê serlêdana namzedan hat dirêjkirin
Serokê Ofîsa Hewlêrê ya Komîsyona Hilbijartina Bilind a Serxwebûna Iraqê Merîwan Muhammed, daxuyand ku ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê pêvajoya serlêdana namzed û partîyên sîyasî hatîye dirêjkirin.
![Ji bo hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê serlêdana namzedan hat dirêjkirin](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/L_nol5b4nyDyAcpbUXViLEqNGYc=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/26/ji-bo-hilbijartina-parlamentoya-kurdistane-serledana-namzedan-hat-direjkirin-1377d95c.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Merîwan Muhammed weha got, “Dîroka dawîn a namzedên ferdî û sazbûna koalîsyonê û serlêdanên fermî yên hilbijartina Parlamentoya Kurdistanê îro bû encax dîroka dawîn heta 4ê Tîrmehê hatîye dirêjkirin.”
Muhammed weha berdewam kir, “Di merhaleya ewil de 10 partîyên sîyasî lîsteyan pêşkêş kirin û bi qurayê lîsteyên xwe standin, di merhaleya duyemîn de jî partîyên sîyasî qeydên xwe kiribûn û bi tevî vana hejmarê partîyên sîyasî yên ku qeydkirîne gihaşt 12an.” Muhammed destnîşan kir ku 2 koalîsyon, 14 namzedên Tirkmen, 7 namzedên Xristîyan û 14 namzedên giştî hene û bi tevî vana jî di merhaleya ewil de 18 namzed serlêdanê kiribûn.
Merîwan Muhammed weha berdewam kir, “Partî û namzedên ku hatibûn nimerekirin ew ê dîsa wisa bimînin û neyên guhertin. Nimereya partî û namzedên merhaleya duyemîn, ew ê piştî belavkirina reqeman bêne diyarkirin.”
Berdevkê Serokatîya Herêma Kurdistanê Dilşad Şahab, daxuyandibû ku ew ê hilbijartinên parlamentoyê di 20ê Cotmeha sala 2024an de bê kirin. (ÎLKHA)