• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Ji Weqfa Kerwana Hêvî ya ji bo ciwanên ku ew ê bizewicin desteka zewacê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Alîkarê Serokê Giştî yê Weqfa Kerwana Hêvîyê Erdal Elîbûyûk ku di çarçoveya projeya gera Anadoluyê da li Edene, Entab, Riha, Dîyarbekir, Wan û bajarên derdorê ziyaret kir, diyar kir ku ew ê wek Weqfa Kerwana Hêvîyê  ji bo ciwanên ku dixwazin bizewicin alîkarîya malî bidin.

"Ji ber sedemên aborî zewac zehmet bûye"

Elîbûyûk diyar kir ku ew ê alîkariya madî bidin ciwanên ku ji ber sedemên aborî nikarin bizewicin û weha got: "Em ê wek Weqfa Kerwana Hêvîyê ji ciwanên ku dixwazin bizewicin lê ji ber zehmetiyên aborî nikarin bizewicin re alîkariya madî bidin."

Elibûyûk di danasîna projeya xwe de weha got: “Projeya ku me çêkiriye li ser du lingan hatiye avakirin: Yek ji van ciwanên me yên ku ji ber tengasiyên aborî nikarin bizewicin û ya din jî xêrxwaz û xêrxwazên me ne ku dê di warê aborî de alîkariya ciwanên me bikin."

Elîbûyûk got, "Bi vê projeyê 100 ciwanên ku heta dawiya sala 2024an dixwestin bizewicin lê ji ber zehmetiyên aborî nekarîn bizewicin, wê maleke bextewar ava bikin û projeya me wê di sala 2025an û salên pêş de jî dewam bike." (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir