• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Rejîma sîyonîst ji Sûrîyê re êrîşa asîmanî li dar xist: 2 mirî, 1 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ajansa nûçeyan a Sûriyê di nûçeya xwe ya ser bi çavkaniyeke leşkerî de ragihand: "Roja Çarşemê saet 23.40an de, dijminê siyonîst ji aliyê esmanî ve ji aliyê Girên Golanê yên îşxalkirî ve êrîşeke hewayî pêk anî."

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku wê êrişê çend xal li herêma başûr kirine armanc û sîstema berevaniya esmanî ya Sûriyê li hember mûşekên dagirkeriyê rawestiyan û hin ji wan xistin xwarê.

Hat diyarkirin ku di êrîşê de 2 kes mirin, leşkerek jî birîndar bû û hinek ziyanên madî çêbûn.

Di heman demê de nehat zanîn ku 2 kesên hatine kuştin leşker in yan sivîl in, derbarê ziyanên madî de ti agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Rejîma sîyonîst ji destpêka şerê li vî welatî ji sala 2011an ve car caran êrişî komên ku tê gotin ji aliyê Îranê û xalên leşkerî yên artêşa Sûriyê ve tên piştgirîkirin, pêk tîne. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir