• DOLAR 32.678
  • EURO 35.16
  • ALTIN 2448.274
  • ...
Siyonîstên îşxalker li Şerîeya Rojavayê 17 avahiyên Filistîniyan xera kirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Îşxalkeran li rojhilatê bajarê Erîhayê 4 malên 4 Filistîniyên cuda bi hinceta avakirina bê destûr hilweşandin.

Li gundê Bitellû yê rojavayê Rimêlanê, buldozerên îşxalker xaniyekî ku ji sê qatan pêk dihat, her yek bi rûbera xwe nêzî 200 metrekare rûxand.

Li Qudsê şaredariya îşxalker li Taxa Vadî Kaddûm a navçeya Farqînê ji ber ku rê teng bûn û kepçe nikarin bikevin hundir, malek bi destan hilweşand.

Li bajarê Hebronê artêşa îşxalker li Masafer Yatta ya li başûrê bajêr 11 xanî û tesîsên din ên komîneke wêran kirin.

Li aliyê din li bajarê Kafr Kara yê di sala 1948an de bi hinceta çêkirina bê destûr maleke ku dihat çêkirin bi buldozer û wesayîtên wezîfedarên îşxalkeriyê hat rûxandin.

Desthilatdarên îşxalkeriyê li Herêma C, ku ji sedî 60ê Şerîaya Rojava pêk tîne, rê li avadankirin an vejandina erdan digirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir