• DOLAR 32.812
  • EURO 35.29
  • ALTIN 2442.529
  • ...
Li Bolîvyayê hewldana derbeya leşkerî têk çû
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Komek leşkeran li welatê Emrîqaya Başûr Bolîvyayê hewla derbeyê da.

Leşkeran qesra hikûmetê ya li paytext La Pazê dorpêç kirin.

Serhildana leşkerî ji aliyê fermandarê berê yê artêşê Jose Zuniga ve hat birêvebirin, ku di 25ê Hezîranê de ji kar hatibû dûrxistin.

Leşkeran qesra hikûmetê desteser kirin û hewl dan lijneya wezîran a nû ava bikin.

Hat îdiakirin ku Zuniga di hilbijartina serokomariyê ya ku tê texmînkirin di sala 2025an da were kirin de li dijî namzetiya Serokkomarê berê Evo Morales derketiye û nerehetiya xwe ji hikûmetê re aniye.

Zunîga ku bi awayekî eşkere gef li Morales xwar û got, "Em ê destûrê nedin ku destûra bingehîn binpê bike û guh nede desthilatdariya gel. Hêzên çekdar baskê çekdarî yê welat in. Em ê vê welatê xwe ji destê wan bigirin. Welatê me êdî nikare bi vî rengî berdewam bike."

Serokê Bolîvyayê Luis Arce piştî ku leşker bi zorê derbasî avahiya hikûmetê bûn bang li gel kir ku li dijî serhildana leşkerî demokrasiyê biparêzin.

Arce got, "Em seferberiya ne asayî ya hin yekîneyên leşkerî ji aliyê hin yekîneyên artêşa Bolîvyayê ve şermezar dikin. Divê rêz li demokrasiyê bê girtin."

Li ser fermana fermandarê artêşê Jose Wilson Sanchez ê ku ji aliyê Serokdewlet Luis Arce ve nû hatiye tayînkirin, leşkerên ku hewldana derbeyê kiribûn vegeriyan yekîneyên xwe.

Sanchez got, "Ez fermanê didim hemû leşker û personelên li kolan û meydanan ku vegerin yekîneyên xwe."

Hat ragihandin ku Zunîga ku bi pêşengiya hewla derbeyê dihat sûcdarkirin, piştî ku ji Midûriyeta Giştî derket hat binçavkirin û paşê bi wesayîta polêsan sewqî dozgeriyê hat kirin.

Hat ragihandin ku der barê teşebûsa derbeyê û bûyerên ku qewimîn de lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir