Li Rûsyayê qezaya trênê: 50 birîndar
Li Komarîya Komîya Rûsyayê trêneke rêwîyan ji rêya hesinan derket û qeza pêk hat, di encama qezayê de 50 kes birîndar bûn.
Hat diyarkirin ku 9 vagonên trêna rêwîyan a ku sefera Vorkuta-Novorossiyskê dikir ji rê derket.
Wezareta Tenduristî ya Rûsyayê, daxuyand ku di nav vagonan de nêzê 50 kesan bi birîndarî hatin derxistin û rewşa 7 birîndaran jî giran e.
Li gorî diyarîyên ewil di rêya hesin de ji ber baran zêde xesar pêk hatîye û ev xesar jî bûye sedema qezayê. (ÎLKHA)