HAMAS: Em ji hemû xebatên boyqotê yên li dijî îşxalê re destekê didin
Tevgera berxwedana Îslamî (HAMAS), bal kişand ku ew ji hemû xebatên boyqotê re destekê didin, cardin bang li hemû însanîyetê dikin ku bila boyqotê bikin.
HAMASê di daxuyanîya xwe ya niviskî de, diyar kir ku bi taybetî piştî 7ê Cotmehê di warê bêîstîqrarkirin, tecrîtkirin û nefermîkirina aborîya îşxalê de boyqot tişteke gelek muhîm e û serfiyezîyeke baş bidestxistîye.
HAMASê îfade kir ku hêj qetlîam û qirkirin berdewam dike divê dev ji boyqotê neyê berdan. (ÎLKHA)