• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Salvegera Qetlîama Sûsayê
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

  Di 26ê Hezîrana 1992an de, êvarê înê pey nimêja îşayê, hovên Pkkê bi cilên esker girtin ser camiyê û deh muslumanên di camiyê de, ji camiyê derxistin, destê wan ji paş ve girêdan û li ber deriyê camiyê dan ber keleşkofan.

  Xaînên marksîst nehiştin ku gundî bi wesaîtên xwe birîndaran rakin nexweşxaneyê jî. Di qetlîama xwînxwarî de digel melayê camiyê, 10 misluman hatin şehîdkirin, 4 kes jî birîndar bûn.

  Şehîdên vê qetlîamê evin: M. Huseyîn Çetînkayayê 32 salî. M.Seîd û Mekkî û Medenî û Muhemmed Zekî Fîdanciyê çar bira, biçûkê wan Muhemmed Zekî 15 salî bû. Hecî Ehmed Kantarê 40 salî û kurê wî M. Emîn Kantarê 14 salî. Elî Uslûyê 28 salî, Adnan Kantarê 19 salî û Mela Ebdulxalûqê 21 salî.

  Her sal di salvegera vê qetlîamê de, bi hinek aktîvîte û fealiyetan şehîdên camiyê tên bibîranîn û yadkirin. Nexasim xelkê misliman goristana şehîdan ziyaret dike, li ser goristanê behsa heyata şehîdan tê kirin.

  Qetlîama camîya Sûsayê, careke din rûyê Pkkyê xaînê kurd û Kurdistanê ji alemê re eşkere kir ku dijminê Îslam û Quran û xelkê musluman e.

  Îsal jî di salvegera vê qetlîamê de, 10 şehîdên camiyê bi rehmet têne yadkirin.

 Bi hezaran kesan qebrîstana şehîdan ziyaret dikin û ji rûhê wan re yasîn û fatîhe dixweyînin. Pey re bi kurtasî heyatan şehîdan tê qalkirin.

  Hunermendan jî li ser şehîdan û qetlîama Sûsayê, merş û mersiyeyên xwe dibêjin. Di bernameyê de mela û xwedîdozan li ser ehemmiyeta şehîd û şehadetê xeber didin û didin zanîn ku şehîd ji rastî û heqdariya doza rebbê alemê re dibin şahid û bi şehîdan dawiya zulm û zorbatiyê tê.

 di salvegera vê qetlîamê de, şehîdên camiyê careke din bi rehmet têne yadkirin û ji Xweda tê xwestin ku xwîna wan a li camiyê herikîye bike wesîla rizgariya xelkê musluman ê Kurdistanê.

  Kî dibe bila bibe, li ku derê dibe bila bibe, Xweda le’net û xezeba xwe li zaliman bibarîne û mezlûm û ehlê heq û edalet û Îslamiyetê jî serferaz bike. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir