• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Îtfaîyeya Dîyarbekirê: Şewat ji ber têlên ceryanê derketîye
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Serokatîya Daîreya Îtfaîyeyê, destnîşan kir ku ew ji bo şewata ku bûbû mirina 15 kesan komîsyonekî Tespîtkirina Xesarê saz kirine.

Hat diyarkirin ku komîsyon li herêma şewatê 3 roj e tehqîqatan dike.

28 wesayît û 108 personel midexeleyê kirin

Li gorî raporê, di 20ê Hezîrana 2024an de di seat 22.09an de îhbara şewatê hatîye. Di seat 22.10an de wesayîta ewil ji Amîrtîya Îtfaîyeya Çinarê birê ketîye.

Wesayîta îtfaîyeyê di seat 22.25an de gihaşt cîhê şewatê û dest bi midexeleyê kir. Ji komên Rezan, Kayapinar û Bajara Nû ya Serokatîya Daîreya Îtfaîyeyê, ji Serokatîya Daîreya Bexçe û Parqan û Serokatîya Daîreya Kontrol û Parastina Derdorê tev de 28 wesayît û 108 personel û 280 ton av ji herêmê re hatine sewqkirin.

Çirîskên ku ji dîregên ceryanê derketine ketîye ser geniman

Di encama tehqîqata ku komîsyon li dar xistibû de şewat ji ber ku çirîskên ji dîrega ceryanê derketine û li ser genim ketîye destpêkirîye.

Ew ê rapora ku ji teref Serokatîya Daîreya Îtfaîyeyê ve hatîye amadekirin ji Serdozgerîya Komarîyê re bê parvekirin.

Hat diyarkirin ku di encama şewatê de 924 heywan jî telef bûne.

Di encama şewatê de jî 15 kesan canê xwe ji dest dabûn. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir