• DOLAR 32.874
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2451.15
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Dînç: Herêma ku şewat li wê derê derketîye bila “Herêma Afetê” bê îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Çend roj berê li navçeya Çinara Dîyarbekirê û navçeya Şemrexa Mêrdînê di çend gundan de şewat derketibû, di encama wê şewatê de 15 kesan canê xwe ji dest dabûn ji 70ê zêdetir mirov jî birîndar bûbûn.

Dînç di Meclîsê de  derheqê şewata ku bûbû sedema windabûna mal û caneke gelek zêde de axivî û bal kişand têl û dîrekên ku di dewra Serokatîya Turgut Ozal de hatine çêkirin can û malên xelkê tehdît dike.

Dînç di axavtina xwe de weha got:

“Di 20ê Hezîranê de di navçeyên Çinara Dîyarbekirê û Şemrexa Mêrdînê de şewatek derketibû ez ji welatîyên me yên ku di facîaya şewatê de wefat kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim ji malbatên wan re jî sebr û sersaxîyê dixwazim.

Li gorî rapora pisporan; şewat ji ber ku qabloyên ceryanê qetîyane derketîye. Têl û dîrekên tehte yên ku di dewra Ozal de mane can û malên xelkê tehdît dikin. Divê derheqê yên ku di şewatê de îhmalên wan hene de tehqîqat bê destpêkirin. Nêzê hezar hebî heywan telef bûne, bi hezaran dekar erd şewitîye, divê ew der Herêma Afetê bê îlankirin. Divê bi lez û bez heqê zerara cotkarên me yên ku zerarê dîtine ji wan re bê dayîn, divê deynên cotkarên me yên ku niha hene bêne jêbirîn, divê bernameyên desteka nû bêne destpêkirin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir