• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
HUDA PAR: Dewamkirina fealîyetên fîrmayên ku ji rejîma îşxalker re bi eşkere destekê didin nayê qerbûlkirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Di daxuyanîya ku ji teref Navenda Giştî ya HUDA PARê ve hat belavkirin de, weha hat gotin:

“Dewamkirina fealîyetên wan fîrmayên ku bi eşkere destekê didin ji rejîma îşxalker a sîyonîst re ku Hikumet di asta bilind de wan wek terorîstan wesifandîye nayê qebûlkirin.

Muameleyên ku ji wan fîrmayên ku ji PKK û ÎŞÎDê re destekê didin re têne kirin, texsîrkirina ji fîrmayên ku destekê didin sîyonîstan tişteke ku nayê fêhmkirin e. Divê hikumet dev ji vê tewra xwe ya hevnegirtîyê berde. Madem sîyonîzma ku hiqûqê nasnake terorîzm e, ji wan kesên ku alîyê wan dikin re jî divê li gorî vêya muamele bê kirin.

Fealîyetên fîrmayên ku ji rejîma îşxalker re bi eşkere destekê didin û bi wan re bazirganîyê dikin, xelkê xwedî wijdan ku her roj mirina zarok û pîrekan temaşe dikin aciz dike.

Hêrsa xelkê ji ber gohnedana hikumetê berê xwe dide fîrmayên ku destekê didin sîyonîzmê. Bertekên ku têne nîşan dan carna dîmenên ku nayên xwestin çêbibin derdixe holê.

Protestokirina qirkirina qatilên sîyonîstan û alîgirên wan, bangkirina ji boyqotê re, nîşandayîna wehşeta li Fîlîstînê têne kirin tenê ne mafekî ye di heman demê de ew wezîfeyekî însanî ye.

Divê em bîrva nekin dema ku em protestoyên xwe yên ku heqê me ne nîşan didin ji “alîgirên bi dizî yên sîyonîzmê” re jî amûrek nedin destê wan û di vê meseleyê de bidîqetbin.

Divê ji fealîyetên fîrmayên ku hatîye tespîtkirin ji sîyonîstan re destekê didin re dawî bê dayîn, rihsetên wan ên xebatê bê betalkirin. Em bang li hikumetê dikin ku bila di vî warî de gavên ku bi çavan têne dîtin bavêjin.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir