Li Çînê lehî: 4 mirî
Li wîlayeta Hunana Çînê lehî pêk hat, di encama lehîyê de 4 kesan canê xwe ji dest dan, kesek jî winda bû.
Rayedaran di daxuyanîya ku belav kirin de, gotin ku şilîya zêde li wîlayeta Hunana Çînê di navçeyekî de bû sedema lehîyê, di encama wê lehîyê de 4 kesan mirine û kesekî jî winda bûye.
Barîna ku li herêma Yuanlîngê pêk hat, di çîyayan de bû sedema lehîyê. (ÎLKHA)