• DOLAR 32.88
  • EURO 35.24
  • ALTIN 2460.877
  • ...
Li Koreya Başûr di febrîqeya pîlan de şewat derket: 9 mirî, 15 karker winda ne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Li gorî çavkanîyên herêmî, di febrîqeya pîlên Lîtyûmê ya li bajara Hwaseongê de di seat 10.30yan de ji ber sedemeke ku hêj niyare teqînek pêk hat. Piştî teqînê şewat derket û di encamê de 9 karker canê xwe ji dest dan, 3 karker birîndar bûn. Hat îfadekirin ku ji 15 karkeran jî xeber nayê standin.

Di daxuyanîya ku îtfaîyeyê belav kir de, hat destnîşankirin ku şewat ji ber ku ji 35 hezarî zêdetir pîl teqîyane di demeke kurt de mezin bûye.

Hat ragihandin ku ji şewatê re 50 wesayîtên îtfaîyeyê û 150 endamên îtfaîyeyê midexele kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir