• DOLAR 32.806
  • EURO 35.133
  • ALTIN 2451.552
  • ...
Li Diyarbekirê şubeyên  wan şîrketên ku destekê didin îşxalkerên siyonist hatin protestokirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Protestoya ewil li Sûra navçeya Diyarbekirê û ya din jî li Kayapinara navçeyta Diyarbekirê pêk hat. Xortên ku çûn ber Burger Kîng û Starbucksa  ku destekê didin siyonistan. Kesên ku li ber Burger Kîng û Starbucksê  kom bûn sloganên li dijî siyonistan avêtin û têketin hundir.

Kesên di komê de destnîşan kirin, ger ev şîrketên ku destekê didin siyonistên îşxalker bên boyqotkirin ew ê zirarekê bikin û di netîceyê de îflas bikin û ew ê dikanên xwe bigrin û ji welatên Mislimanan  biçin.

Hinek kesên din ên di komê de jî balan kişandin li ser qetlîam û qirkirina ku li Xazzeyê tên kirin û ji xwedîyê dikanan xwestin ku dikanên xwe bigrin.

Kesên di komê de piştî demekê bi şiklekî bêdeng ji dikanan veqetîyan.(ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir