Ensarullah keştîya balafiran a Amerîkayê hedef girt
Hat ragihandin Ensarullahê li Yemenê yek ji wan keştîya balafiran tevde 2 keştîyên Amerîkayê hedef girt.
Derbarê mijarê de ji teref Yahya Serîyê Berdevkê Hêzên Çekdar ê Ensarullahê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Serî di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir ew li Behra Ummanê li dijî keştîya Transworld Navigator a Amerîkayê bi mûşekan operasyona lidar xistine.
Serî di berdawama daxuyanîya xwe de diyar kir ew li Behra Sor jî li dijî keştîyê Amerîkayê operasyonê li dar xistine û keştîya ku aîdî Amerîkayê bû hedef girtine.(ÎLKHA)