• DOLAR 32.525
  • EURO 35.051
  • ALTIN 2436.093
  • ...
Li Diyarbekir û Mêrdînê hejmara kesên ji ber şewatê canê xwe ji dest dan derket 15an
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Berî vê çend rojan li Diyarbekir û Mêrdînê di erdên çandî de şewat derket û bi tesîra bayê şewat belavî herêmeke berfireh bû. Kesên ku di nav şewatê de man û kesên ku xwestin midaxeleyî agir bikin ji agir tesîrdar bûn.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin ji ber şewatê 14 kesan canê xwe ji dest dabûn ku îro Kerîme Erdenlîya 56 salî ya ku ji ber şewatê giran birîndar bûbû û li nexweşxaneyê tedawî didît canê xwe ji dest da. Bi vê mirina dawî hejmara kesên ku ji ber şewarê mirin derket 15an.(ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir