Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em ê bibin şopînerê felaketa şewatê
Zekerîya Yapiciogluyê Serokê Giştî yê HUDA PARê got ku lazim e ew kesên qesd û îhmala wan di derketina şewatên li Mêrdîn û Diyarbekirê de hene bên cezakirin û ew ê di vi warî de bibin şopînerê vê felaketê.
![Serokê Giştî yê HUDA PARê: Em ê bibin şopînerê felaketa şewatê](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/Ir-zsREIgLPdQwufBih0BRunIs4=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/25/seroke-gisti-ye-huda-pare-em-e-bibin-sopinere-felaketa-sewate-23c5a074.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Yapicioglu û lijneya pêre beşdarî tazîyeya wan kesên ku di şewatên Mêrdîn û Diyarbekirê de canê xwe ji dest dane bû.
Yapicioglu di tazîyeyê de ji bo nasên wan kesên ku canê xwe ji dest dan sersaxîyên xwe anî zimên û got ku “Kesên mirin dê venegerin. Lazim e ew kesên qesd û îhmala wan di derketina şewatên li Mêrdîn û Diyarbekirê de hene bên cezakirin û em ê di vi warî de bibin şopînerê vê felaketê.”(ÎLKHA)