• DOLAR 32.809
  • EURO 35.22
  • ALTIN 2461.076
  • ...
Parlamenterê HUDA PARê Demîr: Herêmên ku ji şewatê tesîrdar bûn bila wek herêmên afetê bêne îlankirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Sekreterê Giştî û Parlamenterê Entabê yê HUDA PARê Şahzade Demîr, malbatê wefatîyên ku di şewatê de rehmet kiribûn zîyaret kir.

Demîr, bi tevî Serokê Bajarê Mêrdînê yê HUDA PARê Îsmaîl Çevîk re çû gundên Reşan û Drînê ya Şemrexa Mêrdînê û ji xizmên wefatîyan re sersaxîyê dan.

Demîr piştî şînê daxuyanî da û ji mirovên ku di şewatê de wefat kirine re ji Xwedê daxwazîya rehmê, ji malbatên wan re daxwazîya sebrê û ji bo birîndaran jî daxwazîya şîfa lezgîn kir.

Demîr îfade kir ku ew li herêmên ku şewitîne lêkolîn kirine û bal li ser mezinahîya afetê kişand, “Ev afetekî wisa mezine ku gundî jî îfade dikin ew nizanin mirîyên wan li ku derê û bi çi şeklê mirine. Dema ku dixwazin hev xelas bikin di carkî de derdorê wan ji teref agir ve hatîye dorpêçkirin û ji ber vê yekê di nav agir de mane.”

Demîr bal kişand ku di şewatê de mirî çêbûne û xesareke mezin jî pêk hatîye, “Şewateke mezin e. Gelek gundî di dema vemirandina şewatê tesîrdar bûne. Zerareke mezin heye li vê derê. Li gorî agahîyên ku me hem ji Midûrtîya Çandinîyê û hem jî ji gundîyan bidestxistîye li gundên Reşan û Drînê 3 hezar donim erd telef bûye. Di heman demê de erdên pîvazan, rezan û herêmên prêzê jî di nav de tev de 10 hezar donim erd şewitî.”

“Divê herêma afêtê bê îlankirin”

Demîr bibîrxist ku berê jî afetên wek ewakî çêbûbûn; birînên me bi piştgirî û alîkarîyê bi lez dihatin dermankirin, “Li 3 gundên ku şewat tesîrdar bûbû, zerareke mezin û afetek heye. Divê ev birîn bi lez û bez bêne dermankirin. Divê van herêman wek herêmên afetê bêne îlankirin. Divê zerara gundîyan ji wan re bê dayîn. Gelek erd û heywan hene ku telifîne. Bi taybetî gelek borîyên ku ji bo avdanê dihatin şixulandin şewitîne. Ji ber vê yekê zerareke bi milyonan heye. Ji xwe cotkar di bin deynekî de ye. Niha diyar kirin ku ew ji bankayên çandinîya bi av û ziwayê kredîyan distînin û deynên xwe didin. Ji vê pêvajoyê şûnda jî nikarin deynên xwe bidin. Ji ber fêhma dewleta civakî divê van herêman wek herêmên afetê bêne îlankirin. Divê em tev bi hev re birînên xwe derman bikin. Serê me hemûyan sax be.” (ÎLKHA)



















Bu haberler de ilginizi çekebilir