• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Xelkê Dîyarbekirê nobeda xwe ya bêdem a ji bo Xezzeyê didomîne
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Weqfa Evîndarên Pêxember, her roja înê li Dîyarbekirê ji bo Xezzeyê çalakîyan li dar dixe.

Ji çalakîya ku li ber Danûstandina Ceylan Karavîlê hat lidarxistin re gelek mirov beşdarî bûn.

Serokê Bajarê Dîyarbekirê yê Memur-Senê Ramazan Tekdemîr di bernameyê de axavtineke silavdayînê kir.

“Xûşk û birayên me yên Xezzeyê çi dibe bila bibe dev ji micadeleyên xwe bernadin”

Tekdemîr îfade kir xûşk û birayên li Xezzeyê bi şan û îmana xwe berxwedanek nîşan didin, “Nobeda me ya Xezzeyê bênavber berdewam dike. Çîmkî li Xezzeyê qetlîam nasekine. Îsraîla sîyonîst, li Xezzeyê sîyaseta xwe ya qetlîamê ku ji teolojîyê bidestdixe didomîne. Em misilmanên ku li pey xemilandin û qeweta Rojavayê diçin; hetanî ku di her warî de bi rojavayê re hesabê nepirsin, ji jîyana ku rojavayê daye ber me xwe xelas nekin, li gorî dînê xwe heyata xwe derbas nekin, ji rewşa xûşk û birayên me yên Xezzeyî re hema bi wextekî xwe hêrs bikin em ê vê micadeleya wan fêhm nekin. Xûşk û birayên me yên Xezzeyî bi her bedelê ji micadeleyên xwe paş namînin. Dema ku ew vê micadeleyê dikin jî di nav wan de hezkirina dinyayê tineye, ji bo mal û milkê dinyayê micadeleyê nakin û bi vê şeklê micadeleya xwe di pîya de digrin. Dema ku em jî wek wan bin ew ê ewqas biqîmet bibin.”

Tekdemîr derheqê ehemmîyeta boyqotê de balan kişand û got, “Divê em boyqotê ji her beşên jîyana xwe re belav û bar bikin.”

Tekdemîr, “Ji sedsalan zêdetir e îsraîlê sîyonîst, hemû polîtîqayên derve yên welatên navneteweyî êsîr girtîye. Ji ber vê yekê divê em jî nasnameyeke nû lêbikin. Ev ‘esir êdî ‘emrê profîla Misilmanên normal temam kirîye. Divê em xwe bikin nav cil û bergên Misilmanên ku di hedîs û ayetan de tê qalkirin, li gorî wêya tewrên xwe bikin û hedefên demdirêj bikin pêşîya xwe. Divê em vêya bi ferdî, malbatî, civakî û dewletî bikarbînin. Krîtera biratîya me, biratîya dîn e. Misilman birayê Misilman e. Ji wî re zilmê nake, ji wî re neheqîyê nake, wî teslîmê dijmin nake! Ji ber vê yekê kî an jî kê ji sîyonîstan re petrolê bifroşe, peymanan bike, minasebetên xwe pêşve bibe û kurtir bike ne birayê me ye. Bi vê şeklê bila tu kes biratîya nîjad û milletê nede pêşîya me. Biratîya me biratîya dîn, eqîde û ummetê ye.”

Piştî axavtine Tekdemîr Habîp Akdogan li ser navê Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyanîya çapemenîyê xwend.

“Ji bona ku hûn wehşeta sîyonîstan bidin sekinandin dev ji peyamên şermezarkirinê berdin, gavên fiîlî bavêjin!”

Akdogan, “Ferq nayê nîşandan ku ji nexweşxane, dibistan, îbadetxane, pîrek û zarokan re êrîş tê kirin. Di encama van êrîşaên de piranîya wan zarok û pîrek têne qetilkirin. Çeteya terorê ya sîyonîst digel hemû bertekên navneteweyî ji êrîşên xwe yên hovane re bênavber berdewam dike. Bi van êrîşên xwe bi komî însanan ceza dike û li Fîlîstînê polîtîqayên xwe yên tunekirinê didomîne.”

“Rejîma terorê birçîbûnîyê ji sîvîlan re wek çekan bikartîne”

Akdogan, “Hemû bangên agirbestê yên ku ji rejîma îşxalker re hatine kirin beredayî bûne. Rejîma terorê ji sûcên xwe yên herbê re her roj sûcekî nû lê zêde dike. Di êrîşên asîmanî û bejahî yên ku li Refahê têne kirin de drameke însanîyetê tê jîyandin. Bi girtina derîyê Refahê derîyê alîkarîyên însanîyetê jî hatine girtin. Rejîma terorê birçîbûnîyê ji sîvîlan re wek çekan bikartîne.”

Xwepêşandanên ku beşdarî daxuyanîya çapemenîyê bûn li ber dikana Starbucksê sekinîn û protesto kirin. (ÎLKHA)



























Bu haberler de ilginizi çekebilir