• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Rayedarên Emrîqayê: Qubbeya hesina îsraîlê nikare li hember Hîzbullahê ber xwe bide
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Emrîqa, endîşe dike ku ew ê Qubbeya hesin li hember herbeke mezin a bi Hîzbullahê re nikaribe ber xwe bide.

Rayedarekî Emrîqayê ku ji CNNê re axivî û navê xwe negot weha got, “Herî kêm em wisa difikirin ku hinek beteryayên qubbeya hesinê îmhe bikin.”

Hat îfadekirin ger ku Hîzbullah çekên giran bi kar bînin, dibe ku qubbeya hesin nikaribe li pîya bisekine.

Hîzbullah di 5ê Hezîranê de li Ramot Naftalîyê operasyonek li dar xistibû, ew di operasyonê de beteryayê qubbeya hesinê hedef girtibû dîmenên wê operasyonê parve kiribû.

Hat ragihandin ku di destê Hîzbullahê de herî kêm 150 hezar roket û fûze heye.

Fuzeyên qubbeya hesin jî bi 20 hezar û 100 hezar dolarî tê çêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir