• DOLAR 34.944
  • EURO 36.745
  • ALTIN 2979.98
  • ...
Li Xezzeyê qetlîam û jenosîd: 37 hezar û 551 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Ev bû 260 rojan ku siyonistên îşxalker û terorîst li Xezzeyê qetlîam û qirkirineke ku berî niha nehatiye dîtin dike û temamê dinyayê xwe li hember vê qetlîamê  kor û kerr û lal kiriye.

Wezareta Tenduristî ya li Xezzeyê, daxuyand ku di encama êrîşên 24 seatên dawîn de ji teref rejîma îşxalker ve hat lidarxistin de, 101 kes hatin şehîdkirin, 169 kes jî birîndar bûn.

Wezaret, ragihand ku bi tevî van şehîdan hejmarê şehîdan derket 37 hezar û 551an, hejmarê birîndaran jî derket 85 hezar û 911 hezaran.

Di daxuyanîyê de hat îfadekirin ku hêj gelek kes di bin kavil û rêyan de ne, rejîma îşxalê de jî ambûlans û ekîbên parastina sîvîlan re îzîn nade. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir