• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Di roja 7emîn a betlaneya eydê de: 62 mirî, 8 hezar û 690 birîndar
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Yerlîkaya li ser hîsaba xwe ya  medyaya civakî derheqê bîlançoya heft rojên betlaneya eydê de agahîyan da, wî destnîşan kir ku di nav 24 seatên dawîn de 597 qezaya trafîkê pêk hatin, di van qezayan de 13 kesan canê xwe ji dest dan, 1007 kes jî birîndar bûn.

Di 7 rojên betlaneya eydê de hejmarê mirîyan derket 62 kesan, hejmarê birîndaran jî derket 8 hezar û 690 kesan.

Yerlîkaya weha got, “Ekîbên me yên trafîkê yên polês û cendermeyan didomin, kontrolên xwe li gorî 24 seatan dikin. Ji kerema xwe, em ji bîr nekin ku kemberên ewlehiyê di wesayit û seferên xwe yên otobusê de girêbidin. Werin em kemberên xwe girêdin da ku dawiya rê bibe cejn.”  (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir