• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Wesayît teqle avêt: 2 zarok mirin, 4 kes birîndar bûn
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Qeza, li ser rêya Qonye-Edeneyê pêk hat.

Wesayîta ku di bin îdareya A.K. de bû û li alîyê Ereglîyê diçû, li nêzê Taxa Îsmîlê li refûjê qelibî û teqle avêt.

Li ser xeberdayînê ji cîhê qezayê re ekîbên îtfaîye, polês û tenduristîyê hatin sewqkirin.

Di encama qezayê de 2 zarokên ku 3 û 5 salîbûn û di nav wesayîtê de bûn canê xwe ji dest dan, 4 kes jî birîndar bûn.

Mirovên birîndar, bi ambûlansan ji nexweşxaneyên derdorê re hatin rakirin.

Derheqê qezayê de tehqîqat hat destpêkirin. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir