• DOLAR 32.883
  • EURO 35.182
  • ALTIN 2450.326
  • ...
Di şewata li Dîyarbekir û Mêrdînê de hejmarê mirîyan derket 11 kesan
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Doh êvarê li gundê Tobîn û Herberêya Çinara Dîyarbekirê û li gundên Reşan û Drînê ya Şemrexa Mêrdînê di nav erd û qorîyan de şewat derketibû.

Wezîr Koca weha got, “Ji ber sedema şewata ku li gundê Tobîn û Herberêya Çinara Dîyarbekirê û li gundên Reşan û Drînê ya Şemrexa Mêrdînê derketibû 11 kesan canê xwe ji dest dan, 78 kesan jî ji şewatê tesîrdar bûn. Ez ji mirovên ku canê xwe ji dest dane re ji Xwedê daxwazîya rehmê dikim, ji bo birîndaran jî daxwazîyên xwe yên derbasbûnê dikim.

Ji ber şewata ku li Dîyarbekir û Mêrdînê pêk hat heta niha li Dîyarbekirê 5 nexweş di beşa nexweşên rewş giran de ne, 4ê wan jî entûbe ne. Li Rihayê nexweşek entûbe ye. Nexweşên ku di nexweşxaneyên me de tedawîyê dibînin 6 kes in.

Ji ber sedema şewatê ji cîhê bûyerê re ji Dîyarbekirê 24 tîmên ambûlans, 3 tîmên UMKEyê, ji Mêrdînê de 15 tîmên ambûlans û 4 tîmên UMKEyê hatine wezîfedarkirin.

Wek ku tê zanîn şewat ji teref ekîbên me ve hatîye vemirandin, hêj xebatên sakirinê didome.” (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir