Otomobîl ket qenala avê û teqla avêt: 1 mirî 3 giran birîndar
Li Darendeya navçeya Meletîyê otomobîla ku ji bin kontrola şifêr derketibû, ket qenala kêleka rê û dû re jî teqla avêt. Di encama qezayê de 1 kes mir, 1 jê zarok 3 kes jî giran birîndar bûn.
![Otomobîl ket qenala avê û teqla avêt: 1 mirî 3 giran birîndar](https://dogruhaber.com.tr/thumbor/lDPiF5ZMRBpqKOC6VkCrjF2XOvk=/660x400/dogruhaber.com.tr/images/24/25/otomobil-ket-qenala-ave-u-teqla-avet-1-miri-3-giran-birindar-79221df7.jpg)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-cad374c1.png)
![](https://dogruhaber.com.tr/images/21/36/resim-939b4d02.png)
Qeza, di seet 08.30an de li ser rêbeja D-300a Meheleya Yukariulupinara navçeya Darendeyê de pêk hat.
Li gor agahiyên hat bidestxistin, otomobîla bi plaqeya 44 AEA 718 a ku di bin kontrola O.C. (34) de bû dema ku ji Darendeyê diçû Meletî, ji ber ku ji bin kontrola şifêr derketibû qeza kir û pêşî ket qenala avê dû re jî teqla avêt.
Di encama qezayê de şifêr O.C., S.U (31), û Y.A.U. (2) giran birîndar bûn, B.P. (31) di cihê bûyerê de jiyana xwe ji dest da.
Li ser agahdayinê ekîbên tendirustî û cendirmeyan hatin sewqkirin li cihê bûyerê.
Birîndar piştî alîkariya ewil a li cihê bûyerê hatin rakirin nexweşxaneyê, cenazeyê B.P.yê ji bo otopsiyê hat birin saziya tiba edlî. (ÎLKHA)