• DOLAR 32.665
  • EURO 35.564
  • ALTIN 2511.529
  • ...
Tûgayên Qessam di roja 258emîn de operasyonên xwe bi serfirazî didomîne: Gelek îşxalker mirin
Google News'te Doğruhaber'e abone olun. 

Tûgayên Qessam, li Xezzeyê di roja 258emîn de li hember hêzên îşxalkeran berxwedana xwe ya bi nav û deng didomîne.

Qessam, li ser qenela Telegramê derheqê operasyonê de agahîyan da.

Qessam di vîdeoya ku parve kir de dîmenên operasyonê nîşan da û tê dîtin ku bi ÎHAya ku navê wî “Zûwarî” ye li cîhê bi navê “Holît”ê li dijî îşxalkeran çalakî tê kirin.

Hat dîtin ku qessam bi topên hewanê li herêma Tellu’s Sultanê operasyon li dar xistin.

Îşxalkerên ku ji tankê derketin û revîyan hatin kuştin

Li Kampa Penaber Şabûrayê du sîyonîst di nav tanka Merkawayê de bi roketên Yasîn 105ê hatin hedefgirtin, hat daxuyandin ku mirettebatên tankê berê xwe dan alîyê kolanên kampê û dest bi revê kirin, hinekên wan jî di mesafeyekî nêz de hatin kuştin.

Helîkopterên îşxalê ji bo mirî û birîndaran hatin û çûn

Tûgayên Qessam, di daxuyanîyekî dinê de jî îfade kir ku ew li Kampa Penaber a Şabûrayê du wesayîtên sîyonîstan ên ji tîpa “Eîtan”ê kirine nav kemînê û bi roketên Yasîn 105ê hedef girtine. Micahîdên Qessam diyar kirin ku ew bi çavê xwe dîtine helîkopterên îşxalkeran ji bo mirî û birîndarên xwe hatine û çûne. Di berdewama daxuyanîyê de hat îfadekirin ku çar wesayîtên dinê yên îşxalkeran jî hatine hedefgirtin.

Navenda îdareyê ya sîyonîstan bi topên hewanê hatin îmhekirin

Li Taxa Ez Zeytûna Xezzeyê navenda komîta û kontrola aîdê artêşa îşxalê bi topên hewanê yên bi kalîbre hatin bombekirin, di encamê de leşkerên mirî û birîndar çêbûn, ji bo wan mirî û birîndaran jî du helîkopterên ji tîpên Black Hawk û Yasourê hatine sewqkirin.

Di kemînê de gelek leşkerên îşxalê mirin

Micahîdên Qessam di operasyoneke dinê de jî li Taxa Tel El-Sultanê kemînekî amade kirin, roja Êvara Înê (Pêncşem) hêzên sîyonîstan di wê kemînê de derbas bûn û micahîdan tanka Merkawayê îmhe kirin.

Hat diyarkirin ku mirettebata di nav tankê de mirin, leşkerên dinê jî bi seatan ji bona ku mirîyên xwe xelas bikin micadeleyê kirine. (ÎLKHA)



Bu haberler de ilginizi çekebilir